Dosyeya kuştina Vedat Aydin piştî 30 salan bê encam tê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro 5ê Tîrmehê 30 sal di ser revandin û kuştina Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) Amedê Vedat Aydin re derbas bûn ku weke yekemîn qurbaniyê tawanên biker nediyar li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê naskirin.
Di 30mîn salvegera kuştina wî de, bi hinceta derbasbûna dema yasayî dosyeya doza kuştina siyasetvanê Kurd û çalakvanê mafên mirovan Vedat Aydin bi dawî tê ku di sala 1991an de hatibû kuştin, û bê darizandina bikujan, dosyeya kuştina wî tê girtin.
Di 5ê Tîrmeha 1991an de çend çekdaran ku cilûbergên polîsan li xwe kiribûn û xwe weke polîs dabûn naskirin, li navenda bajarê Amedê bi ser mala Vedat Aydin de digirin û wî direvînin. Piştî vê bi 2 rojan Cenazeyê Vedat Aydin li Madena Xarpêtê hate dîtin.
Piştre, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Xarpêtê ve lêpirsîn hat destpêkirin, lê piştî demekê, bi hinceta ku encamdana lêkolîna derbarê bûyerê de ne di desthilata Serdozgerê Xapêrê de ye, dosya ji Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê re hat şandin, lê 20 sal in ew dosya li wê derê dane sekinandin.
Sala 1996an îtîrafên Abdulkadir Aygan ên di derbarê kuştina Vedat Aydin de li ser dosyeyê hatin zêdekirin. Aygan di îtîrafên xwe de diyar kir ku Vedat Aydin ji aliyê JITEMê ve ku wê demê Cem Erserver serpereştiya wê dikir ve hatiye kuştin.
Aygan di destpêkê de endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû, lê paşê di sala 1985an de ji PKKê cuda bû û demekê kete zindanê.
Li ser van îtîrafên Aygan, ji ber delîlên nû, dema yasayî ya dosyeya kuştina Vedat Aydin bo10 salên din hat dirêjkirin û dosye ji bo Serdozgeriya Komarî ya Amedê hat şandin.
Li ser îtîrafên Aygan, îfadeyên hin kesên weke Murat Demir, Murat İpek û hin polîs û leşkeran hatin wergirtin. Kesên navborî tawanbarkirinê red kirin.
Bûyera kuştina Vedat Aydin weke yekemîn tawana biker nediyar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve tê hesibandin, ku ji aliyê JITEMê ve hatine encamdan.
Di serdema desthilata AK Partiyê de, 18 berguman bi tometên girêdayî dosyeyên kuştinên biker nediyar hatin desteserkirin, lê Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê, bi hinceta nebûna belgeyên pêwîst, biryara bêgunehbûna wan kesan da û ew kes hatin berdan.
Di 23ê Gulana 2021an de Fermangeha Cezayên Giran a Dadgeha Herêmî ya li Tirkiyê, biryara Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ya derbarê wan 18 kesan de betal kir. Di vê çarçoveyê de Mihemed Agar wezîrê navxwe yê Tirkiyê wê pêştir û Korkut Eren Serokê Fermangeha Tîma Operasyonên Taybet ên Dezgeha Istixbaratê û hejmarek fermandeyên serbazî û kesên pilebilind tên darizandin.
Ev biryara têkildarî dosyeya kuştinên bike nediyar li Tirkiyê piştî belavkirina hejmarek videoyan ji aliyê serdesteyê mafyayê li Tirkiyê Sedat Peker ve hat. Sedat Peker ji 2ê Gulana îsal ve 9 tomarên videoyî derbarê rewşa navxwe ya Tirkiyê de belav kirine. Di wan videoyan de, peker gelek nihêniyên hestyar ên derbarê kuştinên biker nediyar di salên 90î de aşkere dike.
Vedat Aydin di sala 1953an de li gundê Heciya Kurdan ê grêdayî navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Aydin piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Bismilê qedand, di 1979 de ji Beşa Wêjeyê ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, mezûn bû.
Pîştî darbeya 12ê Îlonê hat girtin û 4 sal di zindanê de ma. Piştî serbestberdana wî, li Amedê ji bo damezrandina Komeleya Mafên Mirovan (IHD) dest bi xebatan kir.
Di sala1990î de, ew ji bo Desteya Rêvebir a Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin.
Di dema xebatên xwe de gelek caran hate desteserkirin. Ew di 28ê Cotmeha 1990î de ji ber ku li Civata Giştî ya İHDê bi Kurdî axivî hate girtin.
Herwiha Vedat Aydin di dadgehê de red kir ku bi Tirkî biaxive. Aydin, piştî ku çar salan şûnda hat berdan, di dawiya sala 1990an de ji bo Serokatiya Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin, û di Kongreya Parêzgeha HEPê ya Amedê de ku di Hezîrana 1991an de hat li dar xistin ji bo Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê hat hilbijartin