Tevgera Goran îro biryarê li ser berbijêrên xwe dide

Hewlêr (Rûdaw) - Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê îro Înê 9ê Tîrmehê dicive û dê biryarê li ser  berbijarên xwe yên ji bo postên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide û vê mijarê yekalî bike.

 

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê, Zimnako Celal ji Rûdawê re ragihand, îro Înê Civata Niştimaniya Tevgera Goranê ji bo yekalîkirina berbijêrên xwe yên bo postên wezaretên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

 

Sekreterê Civata Niştimaniya Goranê, Cemal Hacî Mihemed jî ji medyaya partiya xwe re gotiye, rapora dawîn a komîteya destnîşankirina berbijarên wezaretên hikûmetê dê di civîna îro de were nirxandin.

 

Roja yekşemiya bihorî 30ê Hezîranê jî Civata Giştî ya Goranê civiyabû û çend pêşniyar û rasparde dabûne Civata Niştimanî ya vê tevgerê. Biryar e ew rasparde jî di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Goranê de bêne gotûbêjkirin.

 

Herweha biryar e di van 2 rojan de, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê jî civînên polîtboru û serkirdatiyê lidar bixe, û mijara berbijarên xwe ji bo postên wezarî yekalî bike. Hevdem berbijarê posta Parêzgarê Kerkûkê jî , dê were eşkerekirin û dê dest bi asayîkirina rewşa Kerkûkê bê kirin.