Dawî agahî li ser vekişîna hêzên Tirkiyê ji Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji roja Sêşemê ve, tevgereke berbiçav a hêzên Tirkiyê li Efrînê heye, û li gorîhin agahiyan, hin hêz ji nav bajarê Efrînê têne vekişandin. Lê belê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê û herwiha hin çavkaniyên din wan agahiyan red dikin.  

 

Li gorî hin zanyariyan, di wan çend rojên dawiyê de, tevgereke ne asayî ya hêzên Tirkiyê li herêma Efrînê heye û hin çavkaniyan behsa vekişandina hêzên Tirkiyê li hin cihên wê herêma Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

Piştî belavbûna nûçeyên vekişandina beşeke hêzên Tirkiyê ji bajarê Efrînê û hin deverên herêmê, çavkaniyên taybet ên ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axivîn, ev nûçe red kirin.

 

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdaw re got, hêzên Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tenê pêvajoya pevguhertina hêzan û guhertinê di cihê bcihbûna hêzan de encam didin.

 

Encûmena Xwecihî ya Bajarokê Bilbilê jî ku ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve hatiye damezrandin, agahiyên derbarê vekişîna hêzên Tirkiyê ji nav Efrînê red dike.

 

Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê, Mihemed Sîdo ji Rûdawê re ragihand, ku tevgera hêzên Tirkiyê di çarçoveya pevguhertina hêzan û guhertina cihên wan d tê.

 

 

Derbarê radestkirina hin desthilatan ji bo Encûmenên Xwecihî li herêma Efrînê, Sîdo diyar kir, ku encûmenan di hin waran de, dest bi hin pêngavan kirine.

 

Di dema ku behsa vekişandina hêzan tê kirin, hikûmeta Tirkiyê ji parêzgeha Ruhayê ya bakurê Kurdistanê hêzên piştevaniyê şandin ser sînorê sûriyê.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, karwanekî ku ji nêzî 30 otomobîlên serbazî pêkhatiye, wekî hêzên piştevaniyê ji Ruhayê ji bo sînorê Sûriyê htiye şandin.

 

Karwanê ku ji yekîneyên cuda yên artêşa Tirkiyê pêkhatibû, berve bajarê Dîlokê bi rê ketibû û ji wir jî berve sînorê Sûriyê çûbû.

 

Şandina van hêzan di demekê de ye ku berpirsên Tirkiyê ragihandibûn ku hikûmeta welatê wan dest bi radestkirina hin desthilatan ji bo Encûmenên xwecihî yên Efrînê kiriye.