Qedexeya li ser Elkê rabû

Navenda Nûçeyan - Qedexeya li ser navçeya Elkê ya Şirnexê rabû.

Pêr li navçeya Elkê ya Şirnexê êrişên hevdemî li Rêveberiya Ewlekariyê, Fermangeha Cendirmeyan û lojmanên leşkerî hatbû kirin.

Di encama êrişan de leşkerekî jiyana xwe ji dest dabû û piştî êrişan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.


Walîtîya Şirnexê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku  qedexeya 3yê Tîrmehê hatî îlankirin îro rabûye.