AMED - Polîsan şkence li zarokekî kiribû: Biryar hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê 8 sal cezayê girtîgehê da polîsên ku li Licê şkence li zarokê 14 salî (Y.D.) kiribû.

Polîsan par li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê Y.D.yê 14 salî Y.D. revandibû û şkence lê kiribû.

Rûniştina dozê îro li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê hat kirin.

Dadgehê 8 sal cezayê girtîgehê li fermandarê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak birî.

Dadgehê herwiha 4 hezar û 500 lîre cezayê pereyan jî li her yekî ji wan birî.

Baroyê Amedê piştî ku biryar hat dayîn li ser hêsabê xwe yê Xê da zanîn ku divê polîs ji ber sûcê şkenceyê bên darizandin û ew dê dozê bişopînin.