Li Amedê mînîbusek wergeriya: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê mînîbus wergeriya û 7 kes birîndar bûn.

Mînîbusa ku S.K. diajot, li ser rêya Amed û Bismilê ji kontrolê derket derbasî aliyê hember bû û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û 6 kesên di minîbûsê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Mînîbusa ku qeza kiribû ji ser rê hat rakirin.