Asayîşa Hewlêrê 3 grûbên diziyê desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Hewlêrê ragihand, 3 grûbên diziyê hatine desteserkirin.

 

Îro Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku çend grûbên diziyê hatine desteserkirin û di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Grûba yekem ji 5 kesan pêk tê ku grûbeke gelek xeternak in û otomobîlên welatiyan dizî dikirin.”

 

Berdevkê Asayîşa Rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn ji Rûdawê re ragihand: “Ev grûb 7 otomobîl dizî kirine û ji wan 5 otomobîlan cûreya Toyota ne. Du wesayît jî cûreya Kia ne û barhilgir in. Piştre li navçeya Soran hewl dane wan otomobîlan bifiroşin hevkarên xwe yên grûbeke din. Herwiha ji wê grûbê jî 2 kes hatin desteserkirin.”

 

Li ser grûba duyem jî Adil Yasîn destnîşan kir, grûba duyem ji sê kesan pêk tê û ew biyanî ne. Ev grûb li şûnwarên dîrokî lêkolîn kirine û li hember dadgehê qebûl kirine ku ew sûc pêkanîne û li gor madeya 56an a yasaya cezadan a Iraqê hatine cezakirin.

 

Herwiha Berdevkê Asayîşê di derbarê grûba sêyem jî diyar kir: “Ew grûb jî ji 3 kesan pêk tê û diketin nav baxçeyên xaniyên welatiyan û kelûpelên wan dizî dikirin. Piştre jî ew kelûpel difirotin.”