Sîrwan Barzanî: DAIŞ çekdarên xwe kom dike

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûrê ya Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand ku, zêdetirî 2 mehan e ku ti şer û pevçûnên mezin li eniya wan di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de neqewimîne. Herwiha tekez kir ku çeperên Pêşmerge aram in.

Derbarê rewşa eniya Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Ev zêdetirî 2 mehan e ku ti şer û pevçûnên mezin li eniya wan di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derneketine.”

Barzanî amaje bi çekdarên DAIŞê kir û wiha got: “Li gor agahiyên ku ketine destê me de, DAIŞ dest bi komkirina hêzên zêdetir li gundên bin desthilata xwe kiriye, ji ber ku ji êrişên Hêzên Pêşmerge ditirse.”

Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûrê wiha domand: “Çekdarên DAIŞê li cihekê bi tenê namînin. Ji tirsa balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî nikarin li çeperên xwe bimînin.”