Di çarçoveya operasyona Amedê de parêzerekî din hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Amedê ya 24ê Nîsanê de parêzer Şerzan Yelboga bi biryara dadgehê hat girtin û bi vî awayî hejmara parêzerên hatine girtin gehişte 4 kesan.

Li gor agahiyan, duh ji bo wergirtina îfadeyên wan, pênc parêzerên bi navê Bahar Oktay, Firat Yildiz, Muhittin Muguç, Şerzan Yelboga û Adile Salman bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin veguhastin.

Piştî îfadeyê, parêzer Bahar Oktay, Firat Yildiz, Muhittin Muguç û Adile Salman bi daxwaza tedbîrên edlî û parêzer Şerzan Yelboga bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Dadgehê her sê parêzer Firat Yildiz, Muhittin Muguç û Adile Salman bi şertê kontrola edlî û Bahar Oktay jî bê merc serbest berdan û ji bo Şerzan Yelboga jî biryara girtinê da.

Baroya Amedê roja Pêncşemê 4ê Gulana 2023an derbarê girtina parêzer Şerzan Yelboga de daxuyaniyek belav kir û dibêje, bilez divê hevkarên wan bên berdan.

Baroya Amedê dibêje: “Di çarçoveya lêpirsîna 24ê Nîsanê de hevkarê me Şerzan Yelboga bi xwesteka xwe ji bo dayîna îfadeyê çûye Dadgeha Amedê lê bi hincetên “çalakiyên pîşeyî û gumana revê” hatiye girtin. Divê bilez ev proseyên girtinê ku bi awayekî kêfî û nehiqûqî tên kirin û mafên bingehîn binpê dike bên bidawî kirin.”

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umit Akbiyik de beriya hilbijartinên 14ê Gulanê derbarê 216 kesan de biryara desteserkirinê da.

Li ser vê biryarê roja 25ê Nîsana 2023an navend Amed li 21 parêzgehan operasyonên hevdem hatin kirin û 145 kes hatin desteserkirin. Ji wan 145 kesan 51 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 94 kes jî hatin berdan.