Li Pîranşarê bo 3 welatiyên Kurd cezayê girtîgehê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Sê welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê bi tometa propaganda û hewildan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê û hevkariya bi medyayên dijberên Komara Îslamî ya Îranê re, cezayê darvekirinê ji wan re hat birîn .

Li gor rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Hasil Qedo û Ebdulrehman Mihemedî xelkê Pîranşarê, roja 16ê Sibata 2023ê li şaxê duyem a dadgeha şoreşê ya bajarê Mihabadê hatin dadgehkirin, lê vê dawiyê cezayê wan hatiye ragihandin.

Ew bi tawana “hewldan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê” û “propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi giştî 51 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Ew sê welatiyên ji Pîranşarê, zivistana bihorî bi tometa têkdana ewlehiya niştîmanî 22 meh zîndan û lêdana 70 qamçiyan hatibûn cezakirin.

Cemal Elîzade roja 18 Nîsana 2023ê li Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê, bi tohmeta “hevkariya bi medyaya dijber re”  hat dadgehkirin û bi 2 sal û 6 mehan cezayê zîndanê bo hat birîn.

Roja 18ê Cûtmeha 2022ê hatibû girtin û piştre bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhestin.