Quntara Çiyayê Gabarê: Yedeka petrola ku hatiye dîtin 150 milyon bermîl in

Hewlêr (Rûdaw) - Li quntara Çiyayê Gabarê rêjeyeke baş a petrolê hatiye dîtin. Li gor Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê, yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl e. Bi vî awayî jî li ser asta giştî Tirkiyê Şirnex di warê derxistina petrolê de bûye yekem bajêr.

Wêstgeheke li gundê Dara yê li quntara Çiyayê Gabarê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê petroleke zêde berhem tîne.

Her çend niha ev rezerva petrolê yek ji mijara sereke ya propagandayên hilbijartinên 14ê Gulanê ye jî lê xelkê vê navçeyê bi peydakirina vê petrolê  kêfxweş in û dibêjin êdî ew dixwazin navçeya wan ne tenê bi şer, bi aramiyê û tiştên xweş bê navbirin.

Muxtarê gundê Dara Hakan Vural got, “Wek xelk em bi kelecan in, kêfxweş in û şanaziyê pê dikin. Ji ber ku di salên 90î de li pişt van çiyayên ku hûn li pişt min dibînin 7 gund hatin valakirin, xelkê me çû bajaran û belav bûn. Ji ber ne aramiyên ku li vir hebûn. Lê niha dixwazin vegerin em jî wek muxtar dixwazin alîkariya wan bikin da ku vegerin gundê xwe. Em hêvîdar in ku êdî Şirnex bi tiştên xweş were bibîranîn.”

Xelkê gundên Gabar a ku xwedî jîngehe bedew e, gelek gundên wê hatin şewitandin û valakirin û xelkê wê derbider bûye; niha daxwazeke wan heye ku sûdeke van wêstgehan li wan bibe û zarokê wan nêçin karên dûrî gund û bajarên xwe û êdî li vir kar bikin.

Welatiya ji gundê Kereşa Besna Oguz anî ziman, “Em ji gundê xwe memnûn in, petrol li gundê me derketiye, em dixwazin kargeh bêne vekirin. Zarokên me diçin li bajarên din dixebitin, dûr diçin.”

Li gor Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl in. Bihayê wê jî 12 milyar dolarên Amerîkî ye. Di roja dawî ya sala 2022an de 7 hezar û 714 varîl petrol li bîrên Şirnexê hatine berhemanîn. Bi vê jî Şirnex bûye yekem parêzgeh di berhemanîna petrolê de.