HDP: Hûn zarokên wan dayikên ku li Amedê didin rûniştin dikujin

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş derbarê aloziya  li ber deriyê avahiya sereke ya partiya xwe ya li Enqere axivî û got: “Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hewl dide bi provakasyonan partiya me derveyî siyasetê bihêle. Lê HDPyek wiha li beramber we nîne ku bê provakasyonê.” Meral Daniş Beştaş ji desthilatê re  herwiha dibêje: “Hûn li ser malbatên Amedî provakasyonên di berjewendiyên xwe yên siyasî de pêk tînin. Hûn zarokên wan dayikên ku li Amedê didin rûniştin, bi oporasyonên derveyî sînor dikujin."

Îro 5ê Gulana 2022ê Parlamentera Sêrtê û Wekîla Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ligel hejmareke endam û alîgirên partiya xwe û beşek ji nûnerên saziyên civaka sivîl derbarê alozî û êrîşa polîsan a li ber deriyê avahiya sereke ya HDPê ya li Enqerê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Beştaş amaje bi wê yekê da ku divê ti kes ne di wê bawerê de be ku ev êrîşa dijî partiya wan çalakiya çend kesan û malbetan e û got: “Em ji Amedê bo Enqerê bersiva Wezareta Navxwe didin. Me êrîşa we ya li dijî avahiya me ya giştî dît. Ev konsepta êrîşê berî niha hatiye plankirin û bi berfirehî hatiye nîqaşkirin. Berî ku ev êrîş bê kirin, heman wezaretê, ligel parêzgariyê û hêzên ewlekariyê yên di fermandariya wê de biryara wê dane ku dêçi roj û çi demjimêrê de bê kirin.”

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku li Tirkiyê dema opozîsyon dixwaze çalakiyekê bike, bi sed hezaran hêzên ewlekariyê derdikevin hember wan û wan asteng dikin û got: “Lê îro polîsan du malbat anîn ber deriyê avahiya me û xwestin çalakiyan bi wan bidin kirin. Kesên ku van çalakî, daxuyanî û êrîşan dikin ne malbat in polîs in. Polîsan jî ferman ji Wezareta Navxwe wergirtiye.”

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê rexne li dijî  helwêsta polîsekê Tirkiyê ku li ber deriyê avahiya  HDPê  ya Enqerê gef li parlamentera HDPê ya Êlihê xwaribûn jî girtin û dibêje: “Polîsekê bêyî ku aciz bibe gotiye parlamentera me ez dê te bi dîwar ve bizmar bidim. Ew polîs hêj li ser erkê xwe ye. potansiyela kujeriyê li cem wî polîsî heye. Ew nikare yek deqe jî polîstiyê bike û divê berî her tiştî ew polîs bê girtin. Ji ber ku  bi mirinê gef li parlamentera me xwariye.”

Bi gotina Meral Daniş Beştaş Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hewl dide bi provakasyonan partiya wan derveyî siyasetê bihêle û dibêje: “Lê HDPyek wiha li beramber we nîne ku  bê provakasyonê. Em dê di siyaseta demokratîk û têkoşîna li dijî şer û pêkanîna aşitiyê de di rêzên pêş de berdewam bin.”

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê wiha axivî: “Ji Geziyê heta Amedê, ji Amedê heta Edîrneyê herkes bi aweyekî baş dibîne ku tê xwestin  çi li beramber HDPê bê kirin.  We xwest  bi şandina polîsên faşîst ku potansiyela kujeran li cem  wan hebû, bo ber deriyê avahiya partiya me,  provaksyoneke mezin bikin. Ma hûn dê hesabê kuştina bavê xwe ji me bipirsin. Em têkoşîneke wiha didin ku êdî zarok û bavên ti kesekî neyên kuştin. Em têkoşîna aşitiyê didin. Em hertim dibêjin, em naxwazin ne leşkerek, ne polîsek ne jî ti ciwaneke Kurdan bikeve nav axê. Hûn li ser malbatên Amedî provakasyonên di berjewendiyên we yên siyasî de pêktînin. Min ev yek gelek car gotiye û ez li Amedê careke din bibêjim, hûn zarokên ew dayikên ku li Amedê didin rûniştin, bi oporasyonên derveyî sînor dikujin. Belê kesekî din jî ket nav axê hûnb dizanin? Ez navê wî nadim. Dayik li wir rûdine, hûn bi şer diçin dikujin. Em çi dibêjin werin em hemû zarokan bînin û bila çareseriyek bê kirin.”

Îro 5ê Gulana 2022ê sê kesên ku xwe wek malbatên endamên PKKê didin naskirin, hewildan tace guleke reş danin ber derê avahiya sereke ya HDPê, lê rayedarên wê partiyê nerazîbûn nîşan dabûn  û li ser vê yekê alozî derketibû û 6 kes hatibûn destserkirin. Yek ji polîsan di dema wan aloziyan de gef li parlamentera HDPê xwaribûn.