Yasaya Necmedîn Erbakan ji bo Ocalan dest nade
Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşveçûna hewlên çareseriya kêşeya kurdî li Tirkiyeyê, danûstandin li ser guhastina Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê ji bo zindanek vekirî, tê kirin. Gellek kes dibînin ku yasaya serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Necmedîn Arbakan dibe lêborînek ji bo guhastina Ocalan ji Îmraliyê. Lê parêzerek kurd dibêje ku yasaya Arbakan ji bo dosyeya Ocalan dest nade.
Yasaya Arbakan ji yasaya sizadana Tirkiyeyê wek “Usûla darvekirina taybet” naskirî ye. Herwiha jî di madeya 110 de dibêje “Her mehkûmek temenê wî di ser 75 salan re be û raporta bijîjkî hebe, dikare di malekê de wek girtî bê danîn.”
Ew yasa sala 2006 ji parlamentoya Tirkiyeyê derket, piştî du caran vetokirin ji aliyê serokkomarê Tirkiyeyê yê wê demê Ehmed Necdet Sezer. Herwiha jî şopandina ku ji aliyê parlamento, bi taybetî ji bo serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Necmedî Arbakan derket.
Arbakan sala 1996 piştî ku di bin tehdîda artêşê de ji kar dûr ket, bi mehneya pêlêkirina destûrê, dadgeha destûra Tirkiyeyê dosyayek jê re vekir. Sala 2006 dadgehê biryara xwe çareser kir. Sizaya 4 salan jî li ser Arbekan hat birrîn. Da ku ew Arbakan jî neşîne zindanê, ew yasa serast kir û madeyek lê zêde kir.
Necmedîn Arbakan, ne tekane girtî ye ku sûdê ji serastkirina wê yasayê bike. Lê belê Nezîfe Babaygît (77) ku jinek kurd e, sûd jê kir. Qasim Babaygît kurê mezin ê Nezîfe, derbarê hokarê girtin û dadgehkirina dayika xwe, ji Rûdawê re got “Piştî beravêtina yekemîn agirbesta PKK sala 1993an, birayê min bû gerîlla, pişt re em koçî Stenbolê bûn. Me tiştek li ser birayê xwe nizanîbû. Sala 2008 çend xortên kesên Tendurekê, li aliyê mala me li Stenbolê, karê avakirinê dikirin. Ku wan nas kirin em kesên navçeya wan in çûnûhatin di navbera me de çêbû.”
Qasim Babaygît gotina xwe dirêj kir “Rojekê yek ji wan xortan ji dayika min re dibêje ku ez li Tendurekê şivantiyê dikim, gellek caran gerîlla dibînim. Lewma dema ku ew xort vedigere navçeya xwe dayika min du kenze, hinek tiştên hûrik û wêneyekî xwe ji kurê xwe re dişîne. Lê ew xort dema vegera xwe tên girtin. Tiştên wan jî dipişkînin. Pişt re jî dayika min tê girtin.”
Li gor axaftina Babaygît, dayika wî piştî 5 mehan tê girtin “Dadgeha Erzerûmê dayika min dadgeh kir. Biryara dawî ya dadgehê jî bêsûciya dayika min nîşan da. Lê piştî derbasbûna zêdetir ji 2 salan di ser bûyerê re, vê carê dadgeha bilind a Enqereyê ew dosya hildaye 6 salan zindankirin wek yasaya alîkariya terorê siza kir.”
Qasim Babaygît dibêje ku ti rêya din nebû ji pêvî yasaya Arbakan da ku dayika min neçe zindanê “Parêzerê dayika min doz li dadgehê kir bi sedema pîrbûn û nexweşiyê, da ku dayika min bi yasaya Arbakan siza bike. Dadgehê jî ew doz teqez kir. Lê dayika min kelepçeya elektronî di ling de ye, nikare were nav baxçeyê mala me jî, ku bayekî bikişîne.”
Piştî derbasbûna du salan di ser bûyerê re, carek din medyaya Tirkiyeyê ew behs gur kir. Lê vê carê navê Ocalan tînin. Ev jî wek rêvekirinekê ye ji bo guhastina Ocalan bo zindanek vekirî.
Li gor parêzer û siyasetmedarê kurd Sadat Yurtaş, yasayên sizakirina Ocalan û Nezîfe Babaygît gellekî cuda ne. Ti pêwendiyên wan nîn in û zehmet e guhastina Ocalan ji bo zindanek vekirî bi wê rêçika yasayî bê kirin ku ji Nezîfe re hat kirin.
Yurtaş ji Rûdawê re got “Guhastina Ocalan ji bo zindanek vekirî, pêwîstiya wê bi rêçareyek din heye û divê gavek xurt bê avêtin. Niha temenê Ocalan nebûye 70 sal. Dosyaya Nezîfe û Ocalan li hev naçin. Divê îradeya siyasî ewqasî xurt be ku karibe pirsiyariyek mezin têxe stuyê xwe.”
Ev parêzerê kurd behsa cudabûna di navbera herdu dosyayan de dike û dibêje “Ocalan bi sizaya hetahetayî hukim bûye. Divê guhertin di wê yasayê de bê kirin. Ew yasaya ku Nezîfe pê hukim bûye sizaya wê ne giran e. Divê guhertinek bê kirin. Li giraniya sizayê bê nerîn. Li nexweşî, temen û serdemê bê nerîn. Li gor min piştî ku gerîlla ji nav axa Tirkiyeyê vedikişe, guhertinekê ji destûra Tirkiyeyê re dike û rewşek hêsantir ji vê rojê ji bo danûstandina li ser pirsa guhastina Ocalan tê pêş.”