‘Ketîbeyên Partiya Azadî digel Ehfad el-Resûl şerê YPGê dikin’
Di çend rojên borî de, şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Lîwaya Ehfad El-Resûl de li gundê Xezewiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa li Efrînê derketin û pêr piştî lihevkirina herdu aliyan, şer bi dawî hat.
Bêwar Mistefa derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew grûbên êrişî gundê Xezawiyê kiribûn, gurûbên Ebû Xeldûn in. Ereb in û di nav de jî hinek kurd hene.”
Duh, vîdyoyek li ser rûpelên înternêtê belav bibû ku tê de çend tank li ser balhilgiran bûn û kesê di vîdyoyê de diaxivî û wiha digot: “Ketîbeyên Artêşa Azad berê xwe didin Efrînê daku ji bin destê PYDê rizgar bikin.”
Mistefa derbarê vê yekê de jî got, “Ew propaganda ye, lê belê hasesiyet di navbera YPG û Artêşa Azad de hene. Her demekê ev hesasiyet derdikevin û hin şer derdikevin, lê belê ew hesasiyet dê sivik bibin.”
Mistefa diyar kir ku lîwaya Ehfad El-Resûl ya girêdayî Artêşa Azad li navçeya Darit Iza ya nêzîkî gundê Xezawiyê şer dikir û hin kurd jî di nava wan de hene.
Bêwar Mistefa eşkere kir ku 2 ketîbeyên Partiya Azadî tevlî Ehfad El-Resûl bûne û di şerê Xezawiyê de li dijî YPGê şer dikirin.
Mistefa her wiha got: “Me ji wan re (ew 2 ketîbe) got ku ne baş e şer di nava kurdan de derkeve û heta em karibin bila birakujî çê ne be. Lê carna hin kes bi serê xwe tevgerê dikin.”
Fermandarê Lîwaya Selahedîn Eyûbî ya ku li herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên bajarê Helebê şerê artêşa rejîmê dike, bal kişand ku ew herdu ketîbeyên Partiya Azadî bi navê Hawar û Newroz in û berê girêdayî Encumena Leşkerî ya Kurd ya Hevpar bûn.
Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cuma ev yek red kir û ji Rûdawê re ragihand: “Tu ketîbeyên me tevlî grûba Ehfad El-Resûl nebûne.”
Cuma diyar kir ku çekdarên Artêşa Azad berê li herêma Efrînê hene û pêwîstiya wan bi piştgiriyê nîne.
Bêwar Mistefa derbarê rewşa niha ya şoreşa Sûriyê de jî wiha got: “Bi rastî xêza şoreşa Sûriyê hatiye guhertin û bûye karê milîşyayên leşkerî. Her aliyek li gor nêrîn û berjewendiyên xwe kar dike. Berjewendiyên PKK li herêma kurdî hene û Artêşa Azad jî bûye milîşyayên leşkerî. Her gundek bûye aliyek. Em naxwazin ku rewş wiha be, lê xêza şoreşa Sûriyê pir hatiye guhertin.”
Mistefa eşkere kir ku Ehfad el-Rersûl ya bi serkêşiya Mahir Niemî girêdayî Qeterê ye.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî di destê şervanên YPGê yên girêdayî PYDê de ne.