SÊRT – Di bin traktorê de ma û mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêrtê ajokarê ku di bin traktorê de ma mir.

Li gundê Qevixê yê Sêrta Bakurê Kurdistanê traktora ku Nezîr Saraç diajot ji kontrola wî derket û qulibî.

Nezîr Saraç di bin traktorê de ma û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir ku Nezîr Saraç miriye.

Tîman termê Saraç ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.