RIHA - Xortê bêkar hewla xwekuştinê da
Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Serê Kaniyê ya ser bi parêzgeha Rihayê, xortekî bêkar xwest xwe bikuje.
Bûyer li navenda navçeyê qewimî. Welatiyê bi navê Ahmet Ç bi hinceta ku nikare kar bibîne, derkete ser birca 36 metre dirêj û gef xwar ku ew dê xwe bikuje.
Welatiyên ku Ahmet Ç dîtin, yekser gazî polîs û ambulansê kirin.
Li ser agahdarkirinê polîs, ambulans û agirkuj hatin cihê bûyerê û agirkuj li ser îhtîmala xweavêtinê, li bin bircê tedbîrên xwe wergirtin.
Di heman demê de polîsan jî hewl didan, Ahmet Ç razî bikin da ku xwe neavêje.
Herî dawî Cîgirê Serokê Şaredariyê Adnan Daşkiran jî hate cihê bûyerê û bi xortê ku dixwest xwe biavêje hinekî axivî. Piştî nîv saetê, xort hate razîkirin û Ahmet Ç dakete xwarê.