Li Amedê jinan banga rawestandina şer kirin

Amed (Rûdaw) - Mamosteyên jin ji bo ku balê bikişînin ser mafên jinan li bajarê Amedê li duçerxan siwar bûn û di nava bajêr de geriyan. Jinan di çalakiya xwe de banga rawestandina şer û avakirina aştiyeke mayînde kir.

Jinan îro xwe ji bo çalakiyeke cuda xemilandin. Piraniya van jinên ku kiras û xiftanên kurdî li xwe kirine mamoste ne. Dixwazin li Amedê bi gereke durçexê ango pisqilêtê bala civakê bikişînin ser mafên jinan.

Jinan pedalên duçerxê vê carê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê zivirand.

Rêvebera Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm-Senê Semra Dagdelen got: “Armanca me yek jê em jin in. Em bi hêz û bi quweta xwe em hene. Bi serê xwe em hene. Ji ber vê yekê em li vir top dibin û bi duçerxên xwe deng didin kolanên Amedê û hemû dinyayê.”

Jinên ku li ber avahiya Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm-Senê civiyan, pêşî li nava bajêr geriyan û paşê jî berê xwe dan ber bircên dîrokî. Li vir îcar li ber def û zirneyê govend gerandin û li dijî şer banga aştiyeke mayînde kirin.

Çalakvan Yasemîn Çinar jî got: “Em dixwazin şer biqede û şer azad bijîn. Jina di dilê xwe de maçê bikin.”

Çalakvan Nurşîn Aslaner jî anî zimna: “Me xwest em li kolanan bin. Bi rengê xwe û bi dengê xwe jî li vir bin da ku herkes me bibîne, qeweta me, rengê me û dengê me bibihîze.”

Çalakvan Gulîstan Alokmen jî got: “Jin di nava jiyanê de heye. Jin li ser pisqilêtê jî heye, di nava erebeyan de jî heye, jin li qadan jî hene û jin li serê çiyê jî hene.”

Ev 2 sal in jinên amedî beriya mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajêr çalakiya sawirbûna li durçexê li dar dixin. Di 8'ê adarê de jî dê berê xwe bidin mitînga jinan û daxwazên xwe bi awayeke girseyî biqîrin.