11 Photos
Hewlêr (Rûdaw) – Bi piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kampanya çandina 100 hezar şitlên dara dest pê kir.
Li Hewlêrê bi piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hemahengiya ligel parêzgarî û şaredariya Hewlêrê li cihên cuda yên bajêr dê 100 hezar şitlên daran bêne çandin.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji Rûdawê re diyar kir ku armanca wan ji wê kampanyayê ew ku li bajrê cihên sirûştî werin parastin.