RANYE- Çîroka teqandina yekem guleya serhildanê

Ranye (Rûdaw) – 27 sal berî niha, xelkê Ranye ser bi parêzgeha Silêmaniyê dijî hikûmeta Basê serî hildan. Li Ranye yekem guleya serhildanê Elî Nebî teqand. Hevjîn û kurê Elî ji Rûdawê re çîroka pêxistina agirê serhildanê li mala wan vedibêjin.


Elî Nebî sembola serhildanê ye û hevjîna wî Eyşe Xidir, çawahiya destpêkirina serhildanê li Ranye vedibêje û qala rola hevjînê xwe dike.


Eyşe Xidir wiha dibêje: “Serê sibehê Elî Nebî her dihat û diçû, gelekî mijûl bû, demekê wenda bû, dema hat got: Qewimî, agahdarê xwe bin û me çend Basî kuştin, em dest bi serhildanê dikin. Gelek tiving li mala me hebûn, her kî hat me dan wan, nêzîka 10 kesan bûn û êdî ji hemû aliyan ve teqeyan dest pê kir.”


Şoreşê kurê Elî Nebî, nîşana yekem guleya serhildanê pêşan dide ku bi ser stûneke elektrîkê ve ye û wiha diaxife: “Evder ew cih e ku bavê min sê basî lê kuştin, dema dengê teqeyan hat bihîstin xelk rabû ser piyan, li ber mizgeftê civiyan û êrîşa seranserî dest pê kir. Her diçû hejmara xelkê zêde dibû.”


Hoporlora mizgefteke Ranyeyê yekem cih bû ku banga serhildanê têde hat kirin. Xelk li ber kom bûne û êrîşî seraya Ranye kirine. Elî Nebî deriyê zîndana Ranye şikandiye. Yek ji wan kesên di zindanê de bû û piştî şikandinê azad bûye, Şepol Ranyeyî ye. Niha jî wek doh be hemû bûyerên wê rojê li bîra wî mane.


Şepol Ranyeyî wiha dibêje: “Denge-dengek hat guhê min, ku ji pencereya odaya me dihat hundir, me bang kir ku em girtî ne û derî ji me re hat vekirin, êdî me dest avêt çekan û me tola xwe stand, heta du fîşek li serê min ketin û birîndar bûm.”


Di hundirê nêzîka 10 saetan de hikûmeta Basê li wî bajarî nema û Ranye nasnavê serhildanê wergirt. Ew dest û tiliyên wê demê serhildan bi wan hat kirin, niha di xizmeta avakirina bajêr de ne.