“7000 darên Hevselê hatine jêkirin”


Amed (Rûdaw)- Li bajarê Amedê di nav baxên Hevselê de ev çar rojin ciwanan kon vedane û li dijî talankirina darên Hevselê nobetê digirin.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selaheddîn Demîrtaş ji bo piştgiriyê bide çalakiyê serdana ciwanan kir û xwest ev talan were rawestandin.

Demîrtaş got “Heta niha 7 hezar darên Hevselê hatine jêkirin û Rêveberiya Daristanê destûr daye ku 3000 darên din jî werin jêkirin”.

Demîrtaş li dijî talankirinê got “Ev baxên rengîn ne malê bavê Rektoriya Zanîngeha Dicleyê ye û ne malê cemaatê ye, ev bax malê hemû mirovahiyê ye”.

Hevserokê BDPê bal kişande ser girîngiya daran a ji bo xwezayê û got “Jêkirina daran û kuştina mirovan yek tişte û ji ber vê yekê xwedî lê derketina xwezayê di heman demê de xwedî lê derketina mirovahiyê ye”.