Li Colemêrgê 43 xwendekar bi xwarinê bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 43 xwendekar bi gumana ku bi xwarinê bi jehrê ketine hatin veguhastin nexweşxaneyê.
Piştî firavînê li Dibistana Seretayî û Navendî ya Bagişli Mehmetçîkê ya Colemêrgê, mehdeya 3 xwendekaran li hev ket û rewşa wan xirab bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn dibistanê.
Tîmên tenduristiyê piştî pişkinînan her sê xwendekar û 40 xwendekarên din bi gumana ku bi xwarinê bi jehrê ketine, veguhastin nexweşxaneyên Colemêrg û Geverê.
Li gorî agahiyan zarok di bin çavdêriya bijîşkan de ne lê rewşa tenduristiya xwendekaran baş e û metirsî nînin.