Mîrê Êzidiyan: Min dengê Êzidiyan gihand cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje, wî li Ewropayê serdana Vatîkanê kiriye û dengê Êzidiyan gihandiye rayedarên Vatîkanê û civaka navdewletî.

Mîr Hazim Tehsîn Beg roja Şemiyê 1ê Sibata 2023 ji Rûdawê re ragihand, piştî ku ji Ewropayê vegeriyaye, ev 13 roj in li Bexdayê ye û tekez kir, “Me peyama Êzdiyan gihand tevahiya civaka navdewletî.”

Mîrê Êzidiyan dibêje, hevdîtina wî ya yekem bi Şahê Behreynê re bûye, “ku nêzîkî 200 rêberên olî amade bûn”, paşê çûye Romayê û bi Papa Francis re hevdîtin kiriye. Mîr Hazim diyar kir: “Me behsa Êzidiyan, Şingal û Kurdistanê kir, me behsa rêzdar Nêçîrvan kir.”

Piştre Mîrê Êzidiyan ligel şandeke nûnerên civaka Êzidî serdana Swîsreyê kiriye. Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê wê serdanê de jî got, wan li baregeha Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê mafên mirovan gotûbêj kirine.

Di 19ê Kanûna îsal de Parlamentoya Almanyayê sûcên ku DAIŞê di sala 2014an de li dijî Kurdên Êzidî kiribûn, bi fermî û bi yekdengî wek jenosîd nas kir.

Di vê derbarê de Mîr Hazim ji Rûdawê re got, jenosîda ku di sala 2014an de hat serê Êzidiyan, “gelekî dijwar bû û jenosîd heta îro jî berdewam dike.”

Mîr Hazim diyar kir, rast e ku êdî DAIŞ nemaye, “Lê di mejiyê me de jenosîd berdewam e û 8 sal in 200 hezar Êzidî di kampan de, zivistan û havînan di konan de dijîn.”

Mîrê Kurdên Êzidî rexne dike ku ti gorên komî nehatine vekirin û ti dadgehek ji bo tawanên DAIŞê nehatine vekirin. Mîr Hazim got jî, heta niha ti berdêl ji xelkê Şingalê re nehatiye dayîn û tekez kir, wî ew mijar tevde gihandine civaka navdewletî.