Li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê vekirina dibistanan hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li hin navçeyên parêzgehên Amed, Riha, Çewlîg, Dêrsim, Meletî, Semsûr, Sêwaz û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa keşûhewayê dema destpêkirina dibistanan hati paşxistin.

Li seranserî Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.

Biryar e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe Duşemê 6ê Sibata 2023an betlaneya 15 rojan bi dawî bibe û dibistan bên vekirin. Lê ji ber barîna berfê û rewşa hewayê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan dê dereng vebin.

Li navçeyên Dîcle û Şankuş ên parêzgeha Amedê ji ber berfê dema destpêkirina dibistanê hat paşxistin.

Qeymeqamê navçeya Şankuşê Tuncay Yildirim li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand ku ji ber berfê bo dema 2 rojan 6 û 7ê Sibatê dibistan hatine girtin.

Herwiha Rêveberiya Perwerdê ya navçeya Dîcleyê jî daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, roja Duşemê 6ê Sibatê li navçeyê dibistan hatine girtin.

Parêzgarê Rihayê jî ragihand ku li tevahiya parêzgehê dibistan ji ber rewşa hewayê bo dema rojekê dê girtî bin.

Parêzgeriya Çewlîgê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir, “ji ber berfa zêde ya li parêzgehê berdewam dike û şert û mercên hewayê yên xirap li navenda bajêr û hemû navçeyên wê hemû dibistanên hikûmî û taybet dê di rojên 6 û 7ê Sibatê de girtîbin. Her wiha li saziyên hikûmî jî jinên ducanî û kesên xwediyên pêwistiyên taybet dikarin neçin ser kar.”

Ji ber barîna berfê ya zêde li Dêrsimê jî, bi biryara parêzgariyê vekirina dibistan li seranserê parêzgehê bo rojekê (duşemê) hatin paşxistin. Sibe karmenêdn ducanî û yên xwedî pêwistiyên taybet jî dê ji bo rojekê wek betlaneya îdarî bên dîtin.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji bo pêşîgirtina li xetereyên ku ji ber berfa ku li parêzgariya me dibare, roja Duşemê 06.02.2023 li hemû dibistanên li seranserê parêzgeha rojek dibe behnvedan. Karmendên me yên ducanî û yên xwedî pêwîstiyê taybet  dê di heman rojê de li ser betlaneya îdarî bêne hesibandin.”

Herwiha li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên weke Meletî, Semsûr, Sêwaz û Dîlokê jî ji ber berfê dema destpêkirina dibistanê hat paşxistin.

Biryar e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe Duşemê 6ê Sibata 2023an betlaneya 15 rojan bi dawî bibe û dibistan bên vekirin. Lê ji ber barîna berfê û rewşa hewayê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan dê dereng vebin.