Li Şirnexê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 10 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ji roja Duşemê 6ê Sibata 2023an û pê ve bo dema 10 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê ew biryar bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn. Herwiha ev biryar çalakiyên wek bernameyên taybet ên saziyên fermî, cejnên fermî û çalakiyên werzîşê li xwe nagre.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê salên dirêj in qedexeya heyî tê dirêjkirin. Herçiqas ji aliyê hiqûqnasan ve ew biryar dij-yasayan tê nirxandin lê bi piranî parêzgarî îdîa dikin ku bi hinceta emnî biryara qedexeya çalakiyan didin.