Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Kesên ku vîze hebin dikarin geşta xwe bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê geştkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê û dayîna vîzeya wî welatî de agahdariyek belav kir.

 

Îro yekşemî 5ê Sibata 2017ê, Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Ewên ku xwediyên vîzeyê ne, dikarin serdana Amerîkayê bikin, ew kesên ku dema vîzeya wan derbas bûye yan vîzeya wan hatiye redkirin, dikarin daxwazên nû pêşkêş bikin”.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gorî wê biryara dadgeha federalî ya Wîlayetên Yekgirtî (Amerîka), ku rê li pêşiya hikûmeta Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê girt ku çend bendên diyarkirî yên fermana serokatiya ya hejmara 13 769 cîbicî bike, ew iraqiyên ku vîzeyên amerîkî hene û vîzeyên wan nehatine hilweşandin, niha dikarin geşt bikin (ber bi Amerîkayê ve), eger dema vîzeyên wan derbas nebûbe”.

 

Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê amaje bi wê yekê jî dike, ku di dema hebûna zanyariyên din de, ew dê agahdariyek nû belav bikin.

 

Duh şemî 4ê Sibata 2017ê, dadgeha federalî ya eyaleta Washingtonê biryarek da û li gorî wê biryarê, karkirin bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê dayîna vîzeyê bi welatiyên 7 dewletên îslamî û herwiha wergitina koçberan de, bi awayekê demkî hilweşand.

 

Roja 27ê Çileya 2017ê, Donald Trump dayîna vîzeya Amerîkayê bi welatiyên heft dewletên Iraq, Sûriye, Îran, Yemen, Lîbya, Sûdan û Somalî û geşta welatiyên wan dewletan bo dema 90 rojan bo nav Amerîkayê qedexe kiribû.