HESEKÊ - 70 kes bi qaçaxî derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di nava 24 saetan de 70 welatiyên Sûriyeyê ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev kes ji aliyê gundewarê Dirbêsiyê, Zirgan û Serê Kaniyê yên li bakurê Hesekê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne.

SOHRê da zanîn ku van kesan mij û morana doh a li herêmê wekî derfetekê dîtiye û derbas bûne.

23yê Kanûna Pêşîna 2023yan jî zêdeyî 300 welatiyên Sûriyeyê ji heman herêmê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûbûn.