QERS - Du otobus û barhilgirekê li hev xist: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, du otobusê rêwiyan û barhilgirekê li hev xist, 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê û navçeya Xorasanê ya parêzgeha Erziromê yên Bakurê Kurdistanê, li nêzîkî gundê Karakurtê ji ber berf û şiliyê du otobusên rêwiyan û barhilgirekê li hev da.
Di encama bûyerê de li gorî zanyariyên destpêkê, heta 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê gelek cendirme, tîmên tenduristî û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.