Qamişlo: Rêxistinekê rawestgehên nimûneyî yên otobusan çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Pêl rawestgehên nimûneyî yên otobusan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dirust kirin.
Welat Ehmê, berpirsê şopandin û nirxandinê yê rêxistina Pêl ji Rûdawê re got wan 20 rawestgehên nimûneyî yên otobîsan li bajarê Qamişlo dirust kirine.
Ehmê da zanîn ku ew rawestgeh xizmetguzariyan ji kesên xwedî pêdawîstiyên taybet wekî kursî û rampên siwarbûnê pêşkêş dikin.
Her wiha bi enerjiya rojê ronahiyê û şarja telefonên destî dabîn dike û tabloyên rêklamê û hişyariyê ji nexweşiyan li xwe digirin.
Li wan rawestgehan 50% daşikan jî ji bo xwendekaran û xwedan pêdawîstiyên taybet tê pêşkêşkirin.
Pisporê geşepêdana mirovî Şukrî Yûsif ji Rûdawê re got, ev rawestgeh xizmeteke baş ji xelkê bajarê Qamişlo re dikin.