'Girtina derî wek qutkirina oksîjenê ye'

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ajeldarên ku ajelên xwe di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê dikirin û difirotin, ji ber girtina deriyan rastî ziyaneke mezin hatine. Ajelderekî Rojavayê Kurdistanê dibêje “Girtina derî wek ku oksîjen li ser me qut bûbe.”

Lêçûna her berxekî ji van dora 700 hezar lîreyên Sûrî ye, xwediyê wan, ew xwedî dikin û dişînin Başûrê Kurdistanêbi bi 750î heya 800 hezarî difroşin. Wate ji her serîkî ji 50 heya 100 hezarî fêde dikin, lê ev 21 rojin deriyê di navbera Rojava û başûr de girtiye û pêzê wan di stûyî wan de mane.

Ajeldêr Deham Ferhan Ehmed got “146 berxê min hene, girtina derî gelek ziyan gihandiye me. Êm buha ye, kîloya genim bi 1500 lîreyê Sûrî ye, ceh wilo ye, ka bi 900 ye, li ser me giran e. Girtina derî wek ku oksîjen li ser me qut bûbe.”

Li gundewarê Dirbêsiyê 15 hezar serî pez li cem 75 kedîkeran, taybet ji bo şandina Başûrê Kurdistanê xwedî dibin ku di riya bazirganan re têne şandin. Xisara 20 miliyon lîre jî, ji dema girtina derî li vî bazirganê pez bûye.

Bazirgan Hebîb dibêje “Ziyan li me dibe, gerek me niha firotiba, lê îro 20 roj ajel li cem me sekinî ye, ti alternatîv jî jê re tune. Li vir nayê serjêkirin ji ber ku buha ye, derfeta me tenê ew e ku rê vebe.”

Bazirgan pezê xwe danaxin bazarên xwecihî ji ber ku bi nirxekê şikestî wê demê wê nê firotin, lewma ew vekirina derî take çareserî dibînin.

Rêvberatiya Deriyên Sînorî yê Rojavayê Kurdistanê jî beriya niha ragihandbû ku mehê herî kêm 30 hezar serî pez û di mehên cejnan de dighêje zêdetirî ji 100 hezar serî pez di rêya deriyê Sêmalka û deriyê Welîd de ji Rojavayê Kurdistanê digihiyê Başûrê Kurdistanê.

Ji 15 meha derbasbûyî ve deriyê Sêmalka - Pêşxabûr girtiye û rêya bazirgainyê rawestiya ye.