Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê  di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê ya cûreya nû (Covid-19) de, li seranserî herêmên rêveberiyê dema qedexeya derketina derve ya beşî dirêj kir.

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser biryar daye qedexeya derketina derve ya beşî li hemû herêmên rêveberiyê ji 5ê Çileyê heta 19ê Çileyê dê dewam bike.

Li gor biryara Rêveberiya Xweser bazaranên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 17:00an wê vekirî bin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku hemû dibistan û zanîngeh têne vekirin lê divê tedbîrên tendirûstiyê bêne standin.

Herwiha hat ragihandin  ku hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesek binpê bike, dê were cezakirin.

Tevgera basên ku dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ji herêmê derdikevin, nakevin ber qedexeyê.

Wê ev qedexeya sînordar heta 20vê mehê berdewam be.

Qedexeya derketina qismî îro destpê kir û heta 19 Çileya 2021an berdewam dibe.