Lêkolîn: Di nav ciwanên Kurd de kîjan siyasetmedar trend e?

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Kurd, Weqfa Derbarê Jiyanê û Lêkolîna Rawest bi hev re raportek derbarê ciwanên Kurd de amade kirin ku di raportê de bal kişandine ser hêviyên siyasî yên ciwanên Kurd. Herwiha di raportê de daxwazên ciwanên Kurd yên wek beşdarbûna di mekanîzmaya biryarê, ji bo Kurdî statuyeke gelemperî û xurtkirina rêveberiyên heremî dertên pêş.

Navenda Lêkolînên Kurd, Weqfa Derbarê Jiyanê û Lêkolîna Rawest lêkolînik bi alikariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung Nûnertiya Tirkiyê kirin û encamên wê lêkolînê weke raportek bi navê  “Ciwanên Kurd 2020: Dirûvtî, Cudahî û Guherîn” belavkirin.

Lêkolîna ku dixwaze ciwanên Kurdên Tirkiyê yên di navbera 18-30 salî nas bike, cih dide nêrîna jiyan, planên paşeroja ciwanên Kurd û cudahî û dirûvtiya di navbera ciwanên Kurd û ciwanên giştî yên Tirkiyê.

Lêkolîn ligel ciwanên Kurd ên ku li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê dijîn hat kirin û bi 1473 kesan re rapirsî hatiye kirin.

Daneyên ku ji lêkolîne hatine bidestxistin di bin sernavên şêweya çandê, nasname, koçberî, zimanê zikmakî, cûdakarî, sekûlerî, meylên siyasî û radîkalbûn hatine tesnîfkirin.

Li gorî lêkolînê li Tirkiyê ciwanên Kurd ji beşek giring pêk tên û hem di siyaseta Kurd de hem jî di veguhestina siyaseta giştî ya Tirkiyê de roleke sereke dilîzîn.

Ev Lêkolîn dixwaze wêneya tercîhên siyaysî û civakî yên ciwanên Kurdên li Tirkiyê dijîn derxîne rastê.

Li gorî raportê di nav ciwanên Kurd de partiya herî populer HDP ye, eleqeya bi AK Partiyê re kêm dibe û ya CHPê zêde dibe.

Di raportê de hat diyar kirin ku di nav ciwanên Kurd de serkirdeyê herî populer Selahattîn Demîrtaş e û Şaredarê Stenbolê yê CHPyî Ekrem Îmamoglu jî trenda wî bilind dibe.

Di raportê de hêviya ciwanên Kurd “bi dawîbûna gendelî û piştgiriyê, tevlêkirina ciwanan di mekanîzmayên biryargirtinê de, pêkanîna projeyên pêşkeftinê yên teknolojî ku tê de ciwan dê werin xebitandin, ji bo Kurdî statûyeke gelemperî û xurtkirina rêveberiyên heremî” dertên pêş.

Li gorî encanên lêkolînê ciwanên Kurd ji tevgera civakî de hêviyek cidî nîşan didin. Ew ji dêûbavên xwe bêtir perwerdekirî ne.

Encamên raportê yên derketine pêş wiha ne:

“Ciwan ne kêfxweş in. Nekêfxweşî di nav xortan û yên li rojavayê Tirkiyê dijîn de zêdetir e.

Di nav ciwanên Kurd de pirsgirêka herî mezin bêkarî û pêşeroja aborî ye. Xeyalên wan jî di vî warî de. Dixwazin asta xweşiyên takeseî  û qeliteya jiyana xwe baştir bikin.

Ciwan li Tirkiye bi geşedanên giştî yên siyasî re pir têkildar in. Bikaranîna Twitterê jî vê dide nîşandan.

Ciwanên Kurd ji nîveka Tirkiyê bêtir azadîxwaz in. Ev bi piranî kesên ku pişgiriyê didin HDPê û CHPê ne.

Nasnameyên hemwelatiyên cîhanê, misilman, kurd û azadîxwaz ji hêla ciwanan ve pir têne qebûlkirin, lê nasnameya hemwelatîbûna Komara Tirkiyê zêde nayê pejirandin.

Cudakari pirsgirêka ciwanan a herî mezin e. Ew hem li bajarên mezin ên ku ew koçber bûne êşe dikêşînin û hem jî di medyayê de ji ber pratîk û nîqaşên cihêkar êş dikişînin.

Wek gelemperiya Tirkiyê toleransa ciwanên Kurd jî nasnameyên din re kêm e. Faktorek din a ku wan dûr dike ji ber ku li Tirkiyê rastî cudakariyê tên. Ji ber cudakariyê heta ji destên wan tê bo ziman û çanda xwe bijîn torên civakî tercîh dikin. Ev tercîh ji serokê şaredariyê bigre heta hilbijartina hezkirî/hevjîn diçe.

Ciwan bi taybetî mafên jinan, aborî û edalet pirsgirêkên Trikiyê yên herî girîng dibînin. Ji siyasetê bi mesafe ne lê pê re eleqedar in.

Ew perwerdehiya bi zimanê zikamakî, cûdakarî û perwerdehiyê ji bo Kurdan wekî warên pirsgirêk dibînin.

Li got demên berê radîkalbûn kêm bûye. Lêbelê giraniya li ser kurdbûnê û daxwazên girêdayî nasnameyê zêde dibin.

Bi kêmbûna meyla radîkalbûnê, tê dîtin ku eleqeya bi siyaseta sivîl re zêdetir e.

HDP di nav ciwanan de pir populer e. Eleqeya li hember AKP kêm dibe. CHP zêde dibe. Ji guhertina CHPê memnûn in. Lo gorî dêûbavên xwe bêpêşbiryar nêzikî CHPê dibin.

Li ser pirsa dixwazin kî bibe serokkomar?

Li gorî vê pirsê

Selahattîn Demîrtaş:  ji sedî 45,2

Recep Tayyip Erdogan: ji sedî 21,8

Ekrem Îmamoglu: ji sedî 16,0 piştgirî werdigrin.”