Li Dêrsimê pezkovî ji ber pandemiyê mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê 8 pezkoviyên ku di bin parasatinê de bûn, mirar bûn. Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê di derbarê bûreyê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li navçeya Mêzgirta Dêrsimê di nav daristanê de 8 pezkoviyên mirî hatin dîtin. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê.

Tîmên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, gihîştine vê encamê ku ew pezkovî ji ber pandemiyê mirar bûne.

Tîmên lêkolînê ji pezkoviyan nimûne wergirtin û ew nimûne ji bo lêkolînê şandin taqîgeha  Wezareta Çandinî ya Xarpetê.

Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê di derbarê mijarê de ragihand, ku ew 8 pezkovî bi çekan nehatine kuştin, lê ji ber nexweşiyê mirine. Herwiha diyar kir ku wan nimûne wergirtine û sedema mirina pezkoviyan dê di encama lêkolînan de derê rastê.