Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji hişkesaliyê ditirsin

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka zivistanê ve tenê 3 caran baran bariye û li ba corkaran metirsiya  hişkesaliyê çêbûye.

Li Rojavayê Kurdistanê baran kêm bariyaye, tovên cotkaran şîn bûye û hişik dibe. Ji dema destpêkirina zivistanî ve tenê 3 caran baranê li Rojavayê Kurdistanê bariye.

Beşek ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi vêxistina bîran dikin daku zefiyên xwe yên ziwa, av bidin, lê li gelek cihan bîr jî tune ne û mûsimê wan hêdî hêdî ji dest diçe.

Cotkar Şêrzad Gênco dibêje: “Erdê min 175 donim e, avî ye lê av nîne û baran nehat, îsal derdora 40 mm hatiye û hêj pêdiviya me bi 80 mm heye heya ku erdê me piçekî baş bibe.”

Cotkar Fehmî Mewsûd jî got: “Baran îsal nehatiye heya niha û rewşa erdan nebaş e. Avdanî jî bîrê me hene lê mazota me nebaşe, yê ku erdê wî ne avî be, bi yekcarî mûsimê wî nabe.”

Ji sedî 60 xelkê Rojavayê Kurdistanê pişta xwe bi çandiniyê ve girê dide, ku rûbera îsal bi genim û ceh li Cezîrê hatiye çandin, miliyonek û 530 hezar hektar e.

Endeziyarên çandiniyê di wê baweriyê de ne ku ji niha û 10 rojên din eger baran nehat, mûsim dê tune be, lewma divê zû dest bi avadana erdan bi rêya projeyên avdanê bê kirin daku herî kêm, genimê xwarina deverê dabîn bibe.

Endiziyarê Çandiniyê: Murad Mistefa jî dibêje: “Erdên başûr gelek ziyan dîtine niha ketine metirsiyê. Li navçeya sêyem, ya duyem jî niha dinale, ya yekê piçekî ber xwe dide, divê niha alîkarî bi xwediyên bîran re bê kirin û bîr bên karkirin daku erd bên avdan.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî derbarê çandiniya ji sala 2006an û heta sala 2011an ji sedî  60 navçeyên çandî ji ber nebûna baranê û kêmbûna avê, li sûriyê hatin ji dest dan û bû sedema koçberiya 800 hezar cotkarn, niha jî û ji ber nebûna baranê metirsiya koçkirina hejmareke din ji cotkaran heye.