Fraksiyonên Kurdistanî beşdarî civîna parlamentoya Iraqê nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê civîneke awarte saz dike û mijara derxistina hêzên Amerîkî ji wî welatî di rojeva parlamentoyê de ye.

Biryar e îro parlamentoya Iraqê li ser projeyasaya derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê bicive.

Peyamnêrê Rûdawê li parlamentoya Iraqê, Mistefa Goran, amaje bi wê kir, parlamenterên ku bo civînê kom bûne, zêdetir ser bi fraksiyona Bîna, fraksiyonên Şîe ve ne ku hejmara wan nêzikî 100 kes e û ti parlamenterekî Kurd û Sunne amade nebûne.

Viyan Sebrî, Seroka Firoksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê, derbarê civîna parlamentoya Iraqê de ji Rûdawê re ragihand, “Em weke Kurd beşdarî civînê nabin.” Viyan Sebrî diyar kir ku li gor zanyariyên wan beşek ji Sunneyan jî beşdarî civînê nabin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Serokê Parlamentoya Iraqê, Muhemmed Helbusî jî li Omana paytexta Urdinê ye.

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, Ebu Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke din a berpirsên Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê, aliyên Şîe projeyasayek amade kirine bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê.

Di vê civîna awarte a parlamentoya Iraqê de jî ku biryara îro bê encamdan, gotûbêj dê li ser vê projeyasayê bên kirin.