Tehrîr El-Şamê girîngtirîn pêgehên Nûredîn Elzenkî kontrol kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê yê Sûriyê, Hêzên Desteya Tehrîr El-Şam girîngtirîn pêgehên hêza bi navê Nûredîn Elzenkî kontrol kirin.
Desteya Tehrîr El-Şam (Nusreya berê) ragihand ku hêzên wê bajarokê Encare yê rojvayê Helebê kontrol kirine. Ew bajarok, girîngtirîn pêgeha hêza bi navê Tevgera Nûredîn Elzenkî ye.
Bi vê yekê rêya navbera gundên rojavayê Helebê heta yên bakurê wî bajarî dê di jêr kontrola Desteya Tehrîr Elşam de be.
Di çend rojên borî de, li gund û bajarokên rojavayê Helebê, bi taybetî bajarê Daret Ezze û Çiyayê Şêx Berekat, şer û pevçûnên giran, di navbera çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam û hêzên din ên opozisyonê de qewimîn.
Roja Çarşema borî jî, hêza bi navê Bereya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, seferberiya giştî li dijî Desteya Tehrîr El-Şam li Idlibê ragihandibû. Heta niha jî li wan navçeyan rewş ne aram e.