Navenda Metroyê: Xelatkirina Diyar Kurde girîngiya Rûdawê nîşan dide

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran, ji bo xelata “Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî” Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde pîroz kir û got, “Xelatkirina Diyar Kurde girîngiya Rûdawê  nîşan dide.”

Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê (AFPC-USA) Diyar Kurdê di nav nûçegihanên herî baş ên li Amerîkayê de nîşan daye.

Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve bên xelatkirin.

Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê dê îro bi dema Washingtonê seat 18:00ê li Washingtonê xelatên xwe bistînin.

Navenda Metroyê bi vê boneyê Tora Medyayî ya Rûdawê û nûçegihanê wê bi peyamekê pîroz kir.

Navenda Metroyê di peyama xwe de got:

“Nûçeya xelatkirina Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar ji aliyê Komeleya Nûçegihanên Çapemeniya Biyanî yên li Amerîkayê ve nûçeyeke xweş a mizgîniya rojê ye û em bi dilekî germ we pîroz dikin.

Wergirtina vê xelatê ji komeleyke bi prestîj a Amerîkî ku berê xelat daye stêrkên medyaya navnetewî, rewşa pîşeyî ya Rûdawê li cîhanê û bandora rojnamegeran li paytextên cîhanê nîşan dide.

Navenda Metro kêfxweş e ku AFPC-USA xelata herî bilind pêşkêşî rojnameger Diyar Kurd  dike.

Berhemên wî rolake girîng di civaka Amerîkayê de heye.

Em careke din we pîroz dikin.”