Li Xarpêtê bûyera trafîkê: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser cadeya Recep Tayyîp Erdoganê ya navçeya Sîvrîceyê du otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrên her du otomobîlan jî di nav de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.