Penaberê felc ê Efrînî daxwaza alîkariyê dike: Bavê wî şehîd e

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî felc ê ji Rojavayê Kurdistanê ku bavê wî yê Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd ketibû, daxwaza alîkariyê dike.

Mihemed Henanê 18 salî ev 11 sal in li Kampa Gewêlanê ya parêzgeha Dihokê dimîne.

Berî sal û nîvekê Mihemed û hevalên xwe ji bo avjeniyê diçin ber çemekî.

Dema ku Mihemed li di çem de avjeniyê dike serê wî li kevirekî dikeve û ew felc dibe.

Bavê Mihemedê Pêşmerge berî 7 salan di şerê DAIŞê de şehîd dikeve û Mihemed sêwî dimîne.

Ji ber rewşa aboriya xerab a malbatê, Mihemed nikare ti çareserîyeke baş bibîne.

“Ez kurê şehîd Ebdilhenan im”

Mihemmed Henan got, “Navê min Mihemed e, ez xelkê Efrînê me, ev 11  sal in ez li vir im, li Kampa Giwêlan im. Ez kurê şehîd Ebdilhenan im.

Beriya sal û nîvekê ez û hevalê xwe ve em çûn ber çemekî, kevirek li serê min ket û li damara movika 7an ket û îlika hestî têk çû.

Ez li navendeke fîztoterpiyê de xwe derman dikim lê amûrên wê ne pêşketî ne.

Hin navendên din hene lê biha ne û derfeta malbata min jî tine ku ez xwe li wan navendan derman bikim.”

Xezal Şêx Hesen dêya Mihemmed jî, bi dilekî şewitî dibêje ji ber rewşa kurê yê nexweş, her du kurên wê yên din dev ji dibistana xwe berdan û neçar bûn xizmet û alîkariya birayê xwe bikin.

Dayîka Mihemed da zanîn ku ti kesî alîkariya kurê wê nekiriye û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî jî xwedî li wan derneketine.

“Ti kesî li rewşa kurê min nepirsî û ti kes nehatiye mala min”

Xezal Şêx Hesenê got, Ez dermanê kurê xwe dixwazim, bila kurê min rabe ser piyan û bimeşe.

Eev sal û nîvek e di vê rewşê de ye. Min ti kesî li mala xwe nedît, ti kes nehat alîkariya min nekir.

Ti kesî li rewşa kurê min nepirsî û ti kes nehatiye mala min. Ev rewş ji min û Mihemed û birayên wî re jî gelekî zehmet e.

Du kurên min ên din Ebdo û Zekeriya hene. Her du xizmeta birayê xwe dikin.

Ji xwendinê bê par mane, nikarin karekî ji xwe re peyda bikin. Laşê Mihemed ji ber neştergeriyan hemû kul û kunêr bûye.

Tişta ku ez dixwazim, rêxistinek an xêrxwazek alîkariya min bike, da ku ez bikaribim Mihemed derman bikim û rabe ser piyên xwe.”

Hêviya Mihemed ew e ku careke din her du lingên wî vegerin, êdî pêwîstiya wî bi kursiya nexweşiyê nemîne, bikaribe wekî herî kesî bi hevalên xwe re, di nava kolanên kampê de bimeşe.