Tirkiyê gundên Kobanî, Til Temir û Eyn Îsa topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundên Til Temir li navçeya Cizîrê, Eyn Îsa û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê vê sibehê gundê Um El Kêf ê Til Temirê topbaran kirin, şevê din jî li heman navçeyê gundên Gozeliyê, Um El-Kêf û Til Cuma topbaran kiribûn.

Li Eyn Îsayê jî gundên Seyda û rêya M4ê ji aliyê Tirkiyê ve hatin topbarankirin.

Medya nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiyê derengiya şevê gundên Cêşan, Xirabîsan, Zormixar û Şêxlera Jorîn ên Kobanê topbaran kirin.

Topbarana Tirkiyê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan roja Şemiyê li Riha ya Bakurê Kurdistanê ya ser sînorê Rojavayê Kurdistanê mîtîngek saz kir û got, "Em rê nadin korîdoreke terorê ava bibe."