Li Qamişlo pirsgirêka basan heye

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê di çend mehan de nirxê piraniya kel û pelan du qat yan jî zêdetir buha bûne. Ligel vê veguhestina bi taksiyan jî giran bûye û ev giranbûna nirxê kelûpelan û veguhestina bi taksiyan bûye cihê nerazîbûna welatiyan.

Li Rojavayê Kurdistanê ne tenê pêdawîstiyên xwarinê, lê taksiyan jî buha bû ye. Ji ber ku siwarbûna li taksiyan buha ye, xelk neçare li basên giştî siwar bibe. Lê bi gotina welatiyê ew jî ne rihet e.

Welatiyê bi navê Ezedîn Hisên ê 60 dibêje ev 2 satin li rawestgeha basan rawestiya ye, lê bas nehate.

Ezedîn Hisên diyar kir ku ew neçar e li basan siwar bibe, ji ber ku nirxê gihandina taksiyên taybet giran e û ne li gorî karînên wî ye û got: “Hema car bas nemînin,xwe li me giran dikin û me nagihînin tu deverê. Gelek caran kiriya xwe dikin ya taybet, em jî neçar dimînin an bi meşê herin malê, yan bi taybetî taksiyekê bigirin. Daxwaza min ew e bas zêde bibin da ez û milet tevde rehet bin.”

Şaredariya Qamişlo biryar daye, ku kiriya her siwarekî servîsê 300 lîreyên Sûrî be, û divê servîs berî 7ê êvarê dev ji kar bernedin. Hejmarek ajovanên servîsan dibêjin ku piştî demjimêr 5 êvarî tevgera bazarê sist û lawaz dibe û demeke dirêj li bende rêwî û siwaran dimînin.

Şofêrê servîsê Memo Silêman jî dibêje: “Eger em bimînin derengê êvarê, seyarê me vala diçin û tên. Ew jî li ser me dibe lêçûn. Kiriya me ya servîsan kêm e, ne li gorî buhayê çaksazkirina otomobîlan e, çimke li pîşesaziyê nirxên parçeyan giran e.”

Ajovanê Servîsê Ebdilnasir Iwêdî jî got: “Eger hemî rêwiyên xwe jî hilgirim di vê tirmpêla min cûreya Kia Rio xisar e,j i ber ku ez benzîna bi 710 leyreyên Sûrî dikirim.”

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  nêzîkî 1200 servîs û 18 basên gel hene, ku taxên bajêr û bazarê bi hev girêdidin. Xelkê bajêr, dibêjin ku çavdêriyê ji aliyê şaredariyê ve tune ye, lewma ajovanên taksiyan serpêçiyan dikin, pereyên zêde distînin, û pabendî karê li ser xetê nabin.