Şaredarê Şankuşê ji partiya xwe îstîfa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Navçêya Şankuşê ya Amedê, Alî Suat Akmeşe ji Partiya Saadetê îstîfa kir. Bi Akmeşe re 6 endamên meclîsa şaredariyê jî ji partiyê îstifa kirin.

Di daxuyaniya xwe ya derbarê îstifayê de, Akmeşe got, “Min li ser pêwîstiya ku ez dibînim, biryar da ku ez ji Partiya Saadetê veqetim. Ez dê erka xwe serbixwe birêve bibim. Armanca min ew e ku bi rengek wekhev ji gel re xizmetên baş bikim.”

Piştî ku Şaredarê Şankuşê dest ji Partiya Saadetê berda, şeş kes ji endamên meclîsa şaredariya vê navçeyê jî dest ji refên partiya Saadetê berdan.

Şaredarê Navçêya Şankuş ya Amedê Alî Suat Akmeşe di hilbijartênên herêmî di Partiya Saadetê de bûbû namzed û ji sedî 52ê deng wergirtibû û bûbû Şaredarê Navçêya Şankuşê ya Amedê.

Piştî ku wek şaredar hatibû hilbijartin ji aliyê namzedê Ak Patiyê ve rastî êrîşê hatibû û bi bivir ji serê xwe birindar bûbû.