Wezareta Pêşmerge: Êrişa DAIŞê hat têkbirin

04-12-2019
RÛDAW
Hêzên Pêşmerge
Hêzên Pêşmerge
Nîşan Pêşmerge Guleco DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, li sînorê Guleco ya Germiyanê çekdarên DAIŞê êrişî ser fewceke lîwaya 3 kir û ew êrişa DAIŞê hatiye têk birin. Herwiha Wezareta Pêşmerge dibêje, “Daxwaz ji hevpeymanan dikin, piştevanî û hemahengiya li gel Wezaret û Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.”

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku çekdarên DAIŞê îro daneê êvarî li Gulecoya ser bi Germiyanê ve êrişî fewceke lîwaya 3 a Hêzên Pêşmerge kirine.

 

Hatiye ragihandin ku Hêzên Pêşmerge jî demildest bersiv dane û ew êrişa DAIŞê têk birine û herwiha hatiye diyarkirin, “Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Hêzên Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê, ji bo jiholêrakirina teror û terorîstan, her tim di amadebaşiyê de ye.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di heyamên bihorî de me gelek caran hişyarî dan ku DAIŞ li navçeyên ciyawaz ji nû ve serî hildide. Ev êrişa îro jî hişyariya me ya bo raya giştî û hevbeşên me yên hevpeymanê, rast derdixe.”

Wezareta Pêşmerge herwiha di daxuyaniya xwe de bang li hêzên hevpeyman kir ku hemahengî û piştevaniya xwe ya bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst