Ji sînorê Mêhranê 506 milyon dolar kelûpel hatiye hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di heyama 8 mehên bihorî yên îsal de zêdetir ji 506 milyon dolar kelûpel bi rêya deriyê sînorî yê Mêhranê ku dikeve parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, bo derve hatiye hinardekirin.

 

Cîgirê Karûbarên Bazirganî û Pêşxistina Bazirganiya Pîşe, Kanza û Bazirganiya Îlamê, Seîd Şerîfî di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, IRNAyê re ragihandiye, ji destpêka îsal ve 683 hezar ton kelûpel bi buhayê zêdetir ji 506 milyon dolaran ji deriyê sînorî yê Mêhranê ve bo derve hatiye hinardekirin.

 

Seîd Şerîfî gotiye, pişka zêde ya wan kelûpelan ji keresteyên bînasazî, berhemên ji asin, berhemên çandiniyê, madeyên pilastîkî û petrokîmyayiyê pêk tê û bo Iraqê hatine hinardekirin.

 

Şerîfî diyar jî kiriye, ku di 8 mehên bihorî de 51 hezar ton kelûpel bi buhayê 2.5 milyon dolar jî bi rêya heman deriyê sînorî hawirdeyî parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Wî berpirsê parêzgeha Îlamê destnîşan kiriye, rojane 600 kamyon ji deriyê sînorî yê Mêhranê ve kelûpelên ji bo hinardekirinê derbasî nav axa Iraqê dikin.

 

Bajarê Mêhranê yê li parêzgeha Îlamê 230 km ji Bexda ya paytexta Iraqê dûr e û nêzîktirîn sînorê bejayî yê Îranê li gel paytexta Iraqê ye. Salane bi rêya vî deriyê sînorî bi sed hezaran bawermendên şîe ji Îranê ve diçin Kerbela û Necefê ku weke du bajarên pîroz ên şîeyan tên hesibandin.