DAIŞ tengav kirin – 16 kuştî dan!

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Başîkê ya li nêzîkî Mûsilê êrişî DAIŞê hat kirin û di encamê de 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Li gor agahiyan, îro balafirên şer ên hevpeymnana binke û navendên DAIŞê li bajarokê Başîkê li rojhilatê bajarê Mûsilê bi giranî bombebaran kirin.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên hevpeymanan îro 2 navendên sereke yên DAIŞê li navenda bajarokê Başîkê kirin armanca êrişên xwe û bi timamî wêran kirin.”

 

Memozînî herwiha got: “Di encama bombebarana balafiran de 16 çekdarên DAIşê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.”

 

Wî berpirsê PDKê tekez jî kir, di êrişên balafiran  de herwiha 2 kamyonên DAIŞê jî hatin têkbirin û zirarek mezin a madî jî gihîşt çekdarên DAIŞê.

 

Bajarokê Başîkê li bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê ye û heya niha jî navenda wî bajarokî di kontrola çekdarên DAIŞê de ye, lê belê hemû çiya û bilindahiyên deverê di kontrola hêzên pêşmerge de ne ku di warê leşekrî de gellek giring in.