PAK: Dêrik bi qasî Cizîrê wêran nebûye

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik îro liegel şandek partiya xwe seredana navçeya Dêrikê ya Mêrdînê kirin.

Şanda PAKê di serê de serdana Şaredariya Dêrikê kir û ew ji aliyê Hevserokê Şaredariyê Abdulkerim Erdem ve hatin pêşwazikirin. Mistefa Ozçelik hêvî kir ku ev xelasbûna qedexekirina derketina kolanan û rawestina şer a li Dêrikê bibe destpêka xelasbûna şerê ku li hemû Kurdistanê de didom e.

Hevserokê Şarederîya Dêrikê Abdulkerim Erdem jî ji heyeta PAKê re jibo vê seredanê spasîyên xwe anî ziman û ragihand ku piştî xelas bûna qedexirina derketina kolanan a Dêrikê xebatên zexmkirina zîyanan didomin.

Abdulkerim Erdem anî ziman, li gor agahîyên ku hate destxistin li 5 taxan hinek xanî hatine weran kirin, ji xelkê sivîl jî 2 kes birîndar bûne.

Piştre şanda PAKê li tax û navenda navçeyê ji bo lêkolînan geriyan û ji welatî û esnafan re derbasbûn xwest.

Mustefa Ozçelik derbarê çavderiyên xwe yê li navçeyê de wiha got:

“Hat tespîtkirn ku Dêrîk ne bi qasî Cizîrê, Farqîn û navçeyên din hatîye weran kirin, li kolanan da hêzên çekdar nehatin dîtin, hinek xanî û kargeh li tuşî êrîşên gulle û roketan hatine, berbest û enqaz hê nehatine rakirin. Li Dêrikê ji ber ku di nav van 8 rojan de ji xelkê sivîl kuştin, li xanî û kargehan gelek weranbûn nebûne, ev vek teselîyeke biçûk tê pejirandin.”