DÊRIK - Piştî qedexekirina derve koçberiyê dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Ji ber qedexeya derketina kûçe û kolanan heta niha ji Dêrîka Mêrdîne bi sedan kes koçber bûn û berê xwe dan Amed û bajarên din. Li Dêrîkê qedexe rabû, malbatên koçber dixwazin vegerin lê di dilê wan de tirs û hofeke mezin heye.

Qedexeyên li navçeya Sûrê ya Amedê hêj didome. Li Nisêbînê piştî 5, li Dêrîka Mêrdinê jî piştî 8 rojan qedexeya derketina kolanan rabû. Lê koçberiya li hersê navçeyan jî berdewam dike. Bi hezaran kes heta niha ji 3 navçeyan koçberî bajarên din bûne.

Yek ji van malbatên ku koç kirine jî malbata Yildirim e. Dema qedexe dest pê kir, Remzî Yildirim bi 4 zarok û hevjîna xwe re hate Amedê û li ba nasekî xwe dimîne.

Malbatên ku li Amedê dimînin piştî rabûna qedexeyê rewşa Dêrikê ji xizmên xwe dipirsin.

Yek ji koçberan jî malbata Ezîz Tutar e. Ew jî weke Remzî Yildirim bi 3 zarok û hevjîna xwe re hatiye Amedê û li ba xezûrê xwe dimîne. Wî bêyî ku deriyê mala xwe bigre, bi rev ji Dêrikê derketiye.

Tirsa şer û pevçûnên li Dêrikê di dilê van malbatan de birîneke kûr vekiriye. Ev tirs herî zêde xwe di çavên zarokan de dide der.