Emîrê DAIŞê: Min berdin ezê vegerim şer

Hewlêr (Rûdaw)- Emîrekî DAIŞê ku ketibû destê Hêzên Pêşmerge, dibêje, eger niha ew bê berdan dê dîsa vegera nava rêxistina xwe û şer bike.

Ew emîrê DAIŞê yê 35 salî, ku navê wî Mihemed e, sersala borî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat girtin û niha di girîgeheke Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û berdewam lêkolîn pê re tê kirin.

Mihemed, yek ji emîrên tundrew ên DAIŞê ye û dibêje: “Niha dest ji min berdin, ezê vegerim nava DAIŞê û dîsa şer bikim.”

Ew emîrê DAIŞê ji wî rojnamevanê norwêjî yê ku ev hevpeyvîn pê re kiriye, got: “Niha ferman ji min re bê, bêguman ezê di cih de te bikujim.”

Mihemed wiha domand: “Yên ku DAIŞ ew kuştine, pişta Hikûmeta Iraqê digirtin. 2 rê li pêşiya kafiran hene, ya divê bibe misilman yan jî bê kuştin.”

Ew emîrê DAIŞê wek emîr û çekdarên din ên DAIŞê gihîştiye wê baweriyê ku êdî dawiya dinyayê hatiye û pêwîst e kafir û misilman şerekî mezin li bajarê Dabiq ê Sûriyê bikin.

Mihemed behsa firotina keç û jinên êzîdî dike û dibêje: “Me jinên êzîdî difrot, ji ber ku dîl ketibûn destê me de. Xwedê ferman daye me ku em li dijî kafiran şer bikin.”