Wan: Serbazekî Tirkiyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, mayin bi serbazekî bi navê Samet Bektaş de teqiya û ew mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand:

“Li navçeya Elbakê ya Wanê 4ê Çiriya Paşîna 2023yan di dema derbasbûna otomobîla serbazan de mayina ku ji aliyê PKKyê ve hatibû çandin teqiya.

Di encamê de serbazê bi girêbest ê bi navê Samet Bektaş giran birîndar bûye. Me ew veguhest nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanên bijîşkî wî serbazî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.”