Li Êlihê di merasîma aşitiyê de pevçûna du malbatan: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de 7 kes birîndar bûn. Şer di merasîma lihevanîna herdû malbatan de destpêkir.

îro 4ê Mijdara 2022ê li gundikê Şeyhçoban  yê ser bi gundê Bedyan yê girêdayî parêzgeha Êlihê, Serokê Şaredariya Bajorokê Girêsîra Huseyîn Geylanî ligel çend rûspî û pêşengan, endamên malbata Aslan û Yucel ji bo li hevanînê bi merasîmekê anîn ba  hev ku pêştir li ser pirsgirêka erd di navbera wan de alozî hebû.

Li gor zanyariyan  di merasîmê de di navbera ciwanên herdû aliyan de nîqaş derket û piştre şer derket.

Di şerê bi dar û keviran yê di navbera herdû malbatan de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Êlihê û çend nexweşxaneyên taybet yên li parêzgehê.