Li 10 herêmên Wanê qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 10 herêmên navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê 15 rojan çûnûhatin hat qedexekirin û ew herêm wekî “herêma taybet a ewlehiyê” hatin ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, li navçeya Elbakê li herêmên Girê Karsiz, Berwara Kanli Geçît, Girê Beyazpûr, Girê Sivrî, Girê Avcilar, Girê Sivrîtaş, Berwara Tozlu, Girê Art, Uçdere û Berwara Bedî qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Her wiha li gorî biryarê qedexe 3yê Çiriya Pêşîn dest pê kiriye û dê heta 17ê heman mehê berdewam be. 

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo "parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din" hatiye ragihandin.

Artêşa Tirkiyeyê van demên dawiyê “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.